Li Rojhilatê Kurdistanê 2 Kurdan xwe kuşt

Li Rojhilatê Kurdistanê, du welatiyên Kurd bi xwekuştinê dawî li jiyana xwe anîn.


Li Rojhilatê Kurdistanê, du welatiyên Kurd bi xwekuştinê dawî li jiyana xwe anîn.
 
Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî ve, xortekî Kurd li bajarê Bokanê yê ser bi parêzgeha Urmiyê ve benik avêtiyê stuyê xwe û bi xwehilawistinê dawî li jiyana xwe aniye.
 
Navê wî xortî Hîwa Kakî hatiye ragihandin û li gor zanyariyan, wî xortî bi sedema bêkarî û hejariyê xwe kuştiye.
 
Herwiha li bajarê Urmiyê jî kesekî dawî li jiyana xwe aniye. Li gor agahiyan, li gundê Dizeya Dolê ya ser bi devera Mergever a bajarê Urmiyê ve, kesekî 40 salî ku nasnameya wî nehatiye zanîn, xwe kuştie.
 
Sedema xwekujiya wî kesî, başnebûna rewşa wî ya derûnî (psykolojî) û hebûna nexweşiya xemokiyê hatiye ragihandin.
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?