Li Rojhilat di nav mehekê de herî kêm 12 kesan xwe kuştine

Li Rojhilatê Kurdistanê, di nav mehekê de herî kêm 12 kesan xwe kuştine.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, di nav mehekê de li Rojhilatê Kurdistan 12 kesan xwe kuştine ku 6 jin û 6 jî zilam in.

Li gorî raporta Hengawê, temenê 5 kes ji wan kesên ku xwe kuştine, kêmtirî 18 salan e. 4 ji wan keç û yek jî kur e.

Li gorî agahiyan, sebeba piraniya wan xwekuştinan, arîşeyên nav malbatê bûne.

Li gorî raporta Hengawê; li Îlamê 3 kesan xwe kuştine (2 jin û zilamek), li Kirmaşanê zilamek, li Sine 5 kes (2 jin û 3 zilam) û li Ormiyê jî 3 kes (2 jin û zilamek) xwe kuştine.

10 kes ji wan kesan xwe xeniqandine, kesekî bi xwarina derman xwe kuştiye û yekê jî xwe li ser ban avêtiye xwarê û xwe kuştiye.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?