Li rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyan zêde dibe: 113 pêketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 113 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 113 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 21 kes li Reqayê, 10 kes li Minbicê, 15 kes li Qamişloyê, 13 kes li Hesekê, 8 kes li Dirbêsiyê, 8 kes li Amûdê, 7 kes li Dêrikê, 6 kes li Tebqayê, 5 kes li Rimêlan, 4 kes li Kobaniyê, 4 kes li Girkê Legê, 1 kes li Dêrezorê û 1 kes jî li Tirbêspiyê ye.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku 4 kesan jî ji ber vê vîrûsê jiyana xwe ji dest dane ku ji wan 2 kes li Amûdê, 1 kes li Qamişlo û 1 kes jî li Hesekê.

Herwiha diyar kir ku 15 nexweş jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 1120 kesan, ji wan 328 kes baş bûne û 52 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê