Li Rojavayê Kurdistanê dibistan 27ê Îlonê vedibin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, biryar da ku dibistan di 27ê Îlonê de dest bi perwerdê bikin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser, îro 23yê Îlonê giştînameya bi hejmareya 4an derxist ku tê de biryar hatiye dayîn dibistan roja yekşemê ya 27ê Îlonê vebin.

Di giştînameyê de hatiye gotin; "Li gorî biryara 108an a ji Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatiye dayîn û li gorî berjewendiyên giştî ev biryar hatiya dayîn, dibistanên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji roja yekşemê ya 27.09.2020an tevî tedbîrên parastin û tenduristiyê bên vekirin."

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?