Li Rojavayê Kurdistanê bi dehan zevîyên gundan şewitî!

Li Binxetê li bajarê Tirbesipiyê agir bi zevîyên gundîyan ketin û bi dehan gund ji mehsûlên îsal bêpar man.

Li Binxetê li bajarê Tirbesipiyê agir bi zeviyên gundiyan ketin û bi dehan gund ji mehsûlên îsal bêpar man. Li gor agahiyên herêmê heya niha agir berdane 30 gundan zêdetir. Herkes behsa qesdê dike û agir ne ji ber xwe ve ketiye wan araziyan.

Gundên ku îro li Binxetê şewitîne: Xizna, Hasûdê, Sûqiyê, Hûmara, Tayê, Xirba Bîr, Sehl, Qesrok, Hemed Diyab, Tenûriyê, Biyaza, Sîha Mezin, Sîha Biçûk, Leylan, Xerdûkê, Bişêriyê, Gundikê Seyîd, Girê Pirê, Girdahol, Girşîran, Gerdîm Helîmê, Mizgeft û 6 gundên din hene ku hêj şewat lê dewam dike.

Berpirsiyarê vê zerara giran kiye û divê çawa bê gotin, ew tişteka dinêye. Wî kê zerar û ziyana Kurdên cotyar bide, ne diyare. Tê gotin ku heya niha li dora 180 hezar donum zad şewitiye. Lê baweriya xelkê ev e ku li pey vê şewatê desten gemarî hene.

Kurdîstan Haberleri

Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)