Li Rojavayê Kurdistanê 8 kes bi Coronayê jiyana xwe ji dest dan

Li Rojavayê Kurdistanê 8 kes bi Coronayê jiyana xwe ji dest dan

Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên ser bi Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di 24 demjimêrên bihorî de 8 kes ji pêketiyên Coronayê jiyana xwe ji dest dan û 153 haletên nû yên pêketina bi vîrusê hatin tomarkirin.

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, amarên 24 demjimêrên bihorî yên Coronayê belav kir û li gor amarên nû, ji destpêkê ve heta niha zêdetirîn hejmara pêketina bi Corona û mirina bi sedema vê vîrusê li herêmê hatiye tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ciwan Mistefa di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, ku 5 kes ji pêketiyên Coronayê li Hesekê ku 3 mêr û 2 jin in û 3 mêr li Qamişlo, Dêrik û Kampa Holê jiyana xwe ji dest dane.

Mistefa diyar kiriye, ku 153 haletên nû yên pêketina bi vîrusa COVID-19 li navçeyên Rêveberiya Xweser hatine tomarkirin û daye zanîn, ku 91 kes ji wan pêketiyên nû mêr û 62 kes jî jin in.

Li gor daxuyaniyê, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 28 kes li Hesekê, 17 li Qamişlo, 27 li Dêrik, 8 li Girkê Legê, 2 li Rimêlan, 6 li Amûdê, kesek li Kampa Holê, 20 kes li Kobanî, 15 li Tebqa, 14 li Reqa, 11 li Minbic û 4 kes jî li Dêrezorê bi vîrusa COVID-19 ketine.

Herwiha 11 haletên nû yên başbûna ji Coronayê hatine tomarkirin.

Bi van amarên nû re, hejmara kesên ku heta niha li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîşte 3251 kesan, ku 103 kesan ji wan jiyana xwe ji dest dane û 646 kes jî baş bûne.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê