Li rojavayê Kurdistanê 48 kes bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 48 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî li Hesekê jiyana xwe ji dest daye û 5 kes jî baş bûne.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; li Hesekê zilamekî ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest daye.

Mistefa eşkere kir ku 48 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 14 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 4 kes li Girkê Legê, 3 kes li Dêrikê, 2 kes li Amûdê, 1 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Til Temir, 10 kes li Kobanî, 8 kes li Reqayê, 1 kes li Minbicê û 1 kes jî li Tebqayê.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 5 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 1446 kesan, ji wan 402 kes baş bûne û 62 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê