Li Rojavayê Kurdistanê 4 pêketiyên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan

.

Li rojavayê Kurdistanê 65 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 4 pêketiyan jî canê xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kir û ragihand, 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan. Ji wan 2 kes ji Hesekê û 2 kes jî ji Dêrikê ne.

Dr. Ciwan Mistefa diyar jî, 65 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Haletên hatine tomarkirin wiha ne: 13 kes li Hesekê, 26 kes li Qamişlo, 13 kes li Dêrikê, 1 kes li Amûdê, 3 kes li Girkê Legê, 3 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Til Temirê, 1 kes li Minbicê, 4 kes li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 16 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 5710 kesan, ji wan 830 kes baş bûne û 147 kesan jî canê xwe ji dest dane.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê