Li Rojavayê Kurdistanê 4 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan

.

Li Rojavayê Kurdistanê, di nava rojekê de 4 kesên din bi vîrusa Koronayê can dan û 88 kes jî bi vîrusa Koronayê ketin.

Li gor Desteya Tendirustiyê ragihand, di nava 24 saetên borî de 4 pêketiyên Koronayê li navçeyên Rêveberiya Xweser can dane, ku jinek li Çil Axa û 3 mêr li Dêrik, Qamişlo û Dirbêsiyê ne.

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser dibêje, di nava saetên borî de, 88 kesên din bi Koronayê ketine ku 53 ji wan mêr û 35 kes jî jin in.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ku 36 kes li Hesekê, 20 li Dêrik, 14 li Qamişlo, 6 li Amûdê, 5 li Girkê Legê, 3 li Rimêlanê, kesek li Kobanî û 2 kes li Şehbayê ne. Li aliyekê din 13 kes ji pêketiyên Koronayê baş bûne.

Bi wan amarên nû re, li Rojavayê Kurdistanê, heta niha 5,929 kes bi Koronayê ketine, 852 kes baş bûne û 153 kesan jî can dane.

 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan