Li rojavayê Kurdistanê 34 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin

Li rojavayê Kurdistanê 34 kesên din wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 34 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.

Haletên hatine tomarkirin: 8 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 8 kes li Dêrikê, 1 kes li Til Koçer, 1 kes li Amûdê, 1 kes li Kobaniyê, 6 kes li Reqayê û 6 kes li herêma Şehbayê ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 738 kesan, ji wan 42 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, bi başbûna 17 pêketiyên Koronayê, hejmara kesên ji wê vîrûsê baş bûne gihîştiye 229 kesan.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?