Li rojavayê Kurdistanê 238 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 238 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 238 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 18 kes li Hesekê, 21 kes li Qamişlo, 31 kes li Dêrikê, 10 kes li Girkê Legê, 3 kes li Amûdê, 4 kes li Dirbêsiyê, 44 kes li Reqayê, 1 kes li Rimêlanê, 44 kes li Kobanî, 27 kes li Minbicê, 26 kes li Tebqayê û 9 kes li Dêrezorê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 7 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 3625 kesan, ji wan 665 kes baş bûne û 109 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê