Li rojavayê Kurdistanê 2 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

.

Li rojavayê Kurdistanê 2 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan û 38 pêketî jî hatin tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, di 24 demjimêrên borî de mêrek li Qamişlo û jinek li Şehbayê bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 38 kes bi vîrûsa Koronayê ketine. Ji wan, 14 kes li Hesekê, 9 kes li Qamişlo, 6 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 1 kes li Amûdê, 6 kes li Tirbesipiyê û 6 kes li Şehbayê ne

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 21 kes ji wê vîrûsê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 6825 kesan, ji wan 1005 kes baş bûne û 187 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Ji bo rêgirtin li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê, ji îro ve qedexeya giştî ji bo 10 rojan li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê ketiye warê bicihkirinê.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê