Li Rojavayê Kurdistanê 121 kesên din tûşî vîrusa Koronayê bûn

Li Rojavayê Kurdistanê û li herêmên Rêveberiya Xweser, 121 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin 2 kesan jî ji ber vîrûsê can dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 2 kesan li bajarê Hesekê bi vîrûsa Koronayê can dane.

Li gor amarên nû, di 24 saetên dawî de li navçeyên Rêveberiya Xweser, 121 kesên din bi vîrusa Korona ketine, 20 li Hesekê, 21 li Qamişlo, 6 li Amûdê, 45 li Reqa, 8 li Kobanî, 15 li Minbicê û 8 jî li Tebqayê.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 1618 kesan, ji wan 64 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, bi başbûna 12 pêketiyên Koronayê, hejmara kesên ji wê vîrûsê baş bûne gihîştiye 429 kesan.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê