Li Rojava 4 kesên din bi Koronayê mirin

.

Desteya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand; 40 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê, dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniyê; li Rojavayê Kurdistanê 4 kesan bi vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa her wiha ragihand; 40 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 5 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 6 kes li Dêrikê, 1 kes li Rimêlan, 7 kes li Kobanî, 1 kes li Til Temir, 1 kes li Reqayê, 2 kes li Şehbayê, 3 kes li Dêrezorê, 11 kes jî li Tebqayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 7 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8153 kesan, ji wan 1157 kes baş bûne û 276 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê