Li Rojava 3 kesên din bi Koronayê can dan

Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesên din bi Koronayê can dan.

Rêveberiya tenduristiya Rojavayê Kurdistanê ragihand, 3 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan, yek ji wan kesan jineka 65 salî li Hesekê ye, yekî din zilamekî 54 salî li Qamişlo ye û yek jî keçeka 19 salî li Şehbayê ye.

Bi vî rengî, hejmara kesên ku li Rojavayê Kurdistanê bi Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîşt 45 kesan.

Heta niha li Rojavayê Kurdistanê 783 kes bi Koronayê ketine ku 238 kes baş bûne û 45 kes jî mirine.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?