Li Rihayê bûyera trafîkê: 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû

Li Rihayê bûyera trafîkê: 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû

Di encama bûyereke hatinûçûnê de li navçeya Pirsûs a Rihaya Bakurê Kurdistanê 2 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Li gor agahiyên hatine belavkirin bûyer li ser rêya Riha û Dîlokê di 58emîn kîlometreyê de qewimî.

Otomobîla bi plakaya 27 J 1290 ku navê şofêrê wê nehate zanîn û barhilgira bi şofêrtiya Kadir Çiftî ya bi plakaya 35 UJB 47 ku ji aliyê din ve dihat li hev ketin.

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên tendirûstî û ambûlans bo cihê bûyerê hatin şandin û birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin veguhestin.

Di encama qezayê de li cihê bûyerê Ahmet Çur ê di hundirê otomobîlê de canê xwe ji dest da. Ji birîndar Tugay Vurgun jî li nexweşxaneyê tevî hemû midexaleyên bijîşkî ji mirinê rizgar nebû.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê