Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê di çarçoveya "Projeya Parastina Ekosîstema Çolan” ya ku ji hêla Wezareta Daristan û Çandiniya Tirkiyê ve tê meşandin de 47 coreyên çûkên nû hatin tomarkirin.
Derbarê mijarê de ji wezaretê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku xebatên di çarçoveya projeyê yên ku li Parka Niştîmanî ya Çiyayên Tekê, li Qada Parastina Ajelên Dirinde ya Kizil Kuyuyê û li beriyên Karacadagê tên kirin, didomin.
Di çarçoveya projeyê de heta li Qada Parastina Ajelên Dirinde ya Kizil Kuyuyê 15, li Parka Niştîmanî ya Çiyayên Tekê 11 û li beriyên Qerejdaxê jî 21 bi tevahî 47 coreyên çûkan ên nû hatin tomarkirin.
Proje ji sala 2017an vir ji hêla Fona Hawirdor a Kurewî û Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî ve tê fînansekirin.
Kurdîstan Haberleri
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?