Li Reqqa û Şeddadê teqîn!

Li herdu bajarên Reqa û Şeddadê 4 teqîn qewimîn. Li gor agahîyên destpêkê, ta niha 13 kesan jîyana xwe ji dest dane ku 4 ji wan şervanên HSDyê ne!

Hat ragihandin îro li bajarê Reqayê sê teqîn çêbûn. Di encama teqînan da, 4 ji wan şervanên HSDyê, 13 kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek jî birîndar bûn.

Li gor agahîyan di nav kuştîyên li Reqayê da, hejmarek jin û zarok jî hene. Teqîn bi rêya mayînekê encam daye û du otomobîlên bombebarkirî jî hatine bikaranîn.

Li gor Rewangeha Sûrîyê ya Mafên Mirovan, rêxistina DAIŞê berpirsîyarîya van teqînan girtine ser xwe.

Li alîyekî din li nêzîkî Şeddadê jî çekdarekî, bi otomobîleke bombebarkirî êrîşî karwanê hêzên hevpeymanê kir. Li gor agahîyan ti leşkerekî hevpeymanîyê nehatîye kuştin. tenê zirarê madî gihîştîye otomobîla serbazî.

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?