Li Qoserê “Rojên Fîlman ên li Taxan” wê pêk bê

Gerînendeya Karûbarên Çand û Hunerê ya Şaredariya Qoserê di navbera 6 û 8ê Tebaxê de wê li 9 taxên navçeya Qoserê ya Mêrdînê “Rojên Fîlman” li dar bixe.

Gerînendeya Karûberên Çand û Hunerê ya Şaredariya Qoserê di navbera 6 û 8ê Tebaxê de wê li 9 taxên navçeya Qoserê ya Mêrdînê “Rojên Filman” li dar bixe.

Çalakiya “Rojên Fîlman ên Li Taxan” li Qoserê, ji aliyê Mezopotamya Sînema, Komaleya Akademiya Sînamayê ya Rojhilata Navîn û Şaredariya Qoserê ve wê bê li darxistin.

Di çarçoveya bernemayê de, her roj li sê taxên navçeyê dê film bêne nîşandan. Nîşandayîna fîlman dê seat di 20:00ê de dest pê bike.

Fîlmên bi navê Meş, Reşeba, Biryareke Zor, Strana Dayika min, House Wîthout Roof û ji bo zarokan fîlmên anîmasyon dê bêne nîşandan.

Bernameya fîlman 

* 6ê Tebaxê

Taxa Bahçelievlerê, li kêleka Şînxaneyê: Fîlmê “Meş”

Taxa Turgut Ozalî, Hanimeli Saglik ve Yaşam Merkezi: Fîlmê “Reşeba”

Taxa Mezopotamyayê, Hanimeli Saglik Merkezi: Fîlmê  “Biryareke Zor”

* 7ê Tebaxê

Taxa Ersoyluyî, Kuçeya 129an: Fîlmê “Kilama Dayika Min”

Taxa Ataturkî, li kêleka Şînxaneyê: Fîlmê “Meş”

Taxa Tepebaşiyê, Parka Mehmet Sîncar: Filmê karton “Pînokyo”

* 8ê Tebaxê

Taxa Cumhuriyetê, Parka 8ê Adarê: Fîlmê “Kilama Dayika Min”

Taxa Îpekê, Li kêleka Şînxaneyê: Fîlmê “Reşeba” 

Taxa Koçhîsarê, Parka Şeyhdavut Yalçinkayayî: Fîlmê “House Without Roof”

Kurdîstan Haberleri

Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in