Li Qersê 9 kesên din jî hatin girtin

Li heta niha 12 kes hatine girtin. Tê payîn Hevşaredar Şevîn Alaca jî di nav de 5 kesên din jî bibin edliyê. 

Li Qersê li ser fermana Serdozgeriya Komarê di 1’ê cotmehê de Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya qeyûm danîn şûna wê jî di nav de 21 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan heta niha 12 kes hatine girtin .

9 KES HATIN GIRTIN 

 Duh jî 10 kes sewqî edliyê hatin kirin. Ji van Halîl Kan hat berdan û Suat Bayhan, Kaya Nakî, Fahrettîn Kaya, Reîs Baykiz, Hamît Daşdelen, Hamdî Erkmen, Medya Tagay, Bulent Agbaba û Omer Albayrak bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin. 

 Tê payîn îro Hevşaredar Şevîn Alaca jî di nav de 5 kesên din îro bibin edliyê û îfadeyên wan werin girtin. 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?