Li Qamişlo Roja Cil û Bergên Kurdî hat pîrozkirin

Doh li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê roja cilên Kurdî hat pîrozkirin û hejmareke zêde ya jinan bi cilên xweşik ên Kurdî lihev civîyan û ev roj pîroz kirin.

Navenda Nûçeyan - Di nav Kurdan de ji bo zindîgirtina cil û bergên kurdî yên ku wekî yek ji sembolên kurdan tê qebûlkirin, her sal roja 10ê adarê wekî "roja cil û bergên kurdî" tê pîrozkirin. Ji bo vê roja taybet gelek kes şûna çakêt û pantoran cil û bergên kurdî li xwe dikin.

Li bajarê Qamişloyê roja Sêşemê Adara 2020an ji alîyê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) bi helkefta Rojava Cil û Bergên Kurdî çalakîyeke pîrozbahîyê hat sazkirin û jinên ku beşdarî wê çalakîyê jî bibûn, behsa keyfxweşîya xwe ya li hemberî cilên Kurdî kirin û demeke xweş derbas kirin.

Beşdarîyeke jin ji Rûdawê re got ku ew Roja Cil û Bergên Kurdî li tevahîya Kurdan pîroz dike û herwiha daxwaz ji gencên Kurd kir xwedî li cil û bergên kevneşopîya kurdî derbikevin.

Jineke din jî got ku cilên Kurdî jî mina sirûşta Kurdistanê rengîn û xweşik in û ew naxwaze ti caran cil û bergên Kurdî wenda bibe.

Li parlementoya Kurdistanê di 10 ê Adara 2013an de, biryar hatibû standin ku her sal roja 10ê adarê weke Roja Cil û Bergên Kurdî were pîrozkirin.

Rûdaw

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?