Li Qamişlo Pêşangeha Pirtûkan hat vekirin

Îro çaremîn pêşangeha pirtûkan li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi beşdarîya hejmarekê ji weşanxeyên 3 parçeyên Kurdistanê, Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê tê vekirin.

Alozîya rewşa sîyasî, ewlehî û aborî li Rojavayê Kurdistanê, nebûye rêgir li ber kar û çalakîyên rewşenbîrî, ku di nav de jî, guhdan bi pirtûka Kurdî tê dan û yek ji dîmen û nîşanên girîngîpêdana bi pirtûkan, vekirina pêşangehan e, ku tê de pirtûkên bi Zimanê Kurdî yan jî bi zimanên bîyanî, têne nîşandan.

Îro Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li bajarê Qamişloyê bi fermî vedibe.

Di pêşangehê de 39 weşanxane beşdar in ku weşanxaneyên hinek welatên Erebî yên weke Sûrîye, Misir, Lubnan û Iraqê jî tê de beşdar dibin.

Derdora 120 hezar pirtûkan ji alîyê Rêveberîya Pêşangehê ve hatine pejirandin û di pêşangehê de tên nîşandan.

Li pêşangehê hemû tedbîrên xweparastinê ji vîrusa Koronayê hatine wergirtin û tîmên tendirustîyê jî çavdêrîya rênimayên tendirustî li nava pêşangehê dikin.

Pêşangeh 6 rojan berdewam dibe û rojane du danan, danekê ji demjimêr 09:00 serê sibê heta 13:00ê nîvro û danekê ji demjimêr 17:00 êvarê heta 21:00 şevê derîyên wê vekirî dibin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?