Li Qamişlo Partiya Pêşvesrû û PDK-Sê bi hev re civiyan

 Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civînek navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) û Partiya Pêşvero hat sazkirin.

 

PDK-S û Partiya Pêşvero îro Sêşemê 22yê Îlona 2020an li bajarê Qamişlo bi mebesta gotûbêjekirina Lêvegera Kurdî ya Bilind civiyan.

Li gorî agahiyên berdest, yekrêziya partiyên Kurdî û avakikirina Lêvegera Kurdî ya Bilind mijara sereke ya wê civînê bû û herweha mijara tevlîbûn û beşdarbûna hemû partiyên rojavayê Kurdistanê hate gotûbêjkirin.

Berî niha jî endamê polîtburoya siyasî ya Partiya Pêşvesrû Ehmed Silêman ji Rûdawê re gotibû ku partiyên ENKS nexwetine ew tevlî Lêvegerê bibin û ew û Partiya El Wehdê ji projeya yekrêziya partiyan hatine dûrxistin.

Endamê Polîtburoya PDKSê Beşar Emîn ji Rûdawê re ragihand, civîna wan baş bû û wan bi zelalî ji  got, ew ne berpirsê bûn ji dûrketina Pêşverû ji ENKSê.

Beşar Emîn diyar kir ku peywendiyên wan ligel wan partiyan her tim baş bûye û niha jî danûstandinên wan hene.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?