Li Pênciwên pêşmergeyek şehîd bû

.

Li navçeya Pênciwên a ser bi parêzgeha Silêmaniyê êrîşî encûmena navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat kirin û pêşmergeyek şehîd bû û du pêşmerge jî birîndar bûn.

Berpirsê navçeya Pênciwên a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Bekir Ebdulla ragihand ku bi çekên cûr bi cûr êrîşî baregeha navçeyê ya PDKê hat kirin û pêşmergeyek şehîd bû.

Bekir Ebdulla eşkere kir; ji bilî şehîdbûna pêşmergeyekî, du pêşmerge jî birîndar bûne û ew di nav baregeha partiyê de ne û li ber xwe didin, lê li derve bi gelek cûre çekan, gulle li baregehê têne berdan.

Ebdulla diyar kir: “Hinek kesên ji Pênciwên pêşengî pêşrewî dikin û ew kesên hatine ser baregehame rûyê wan nixumandî bûye .”

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?