Li Ormiyê şer derket – Herî kêm du efser û serbazekî Îranê hatin kuştin

.

Li devera Tirgever ya Ormiyê 3 serbazên Îranê di şerekî çekdarî de hatin kuştin.

Çavkaniyên nêzîkî sipaha pasdarên Îranê dibêjin, îro danê nîvro li navçeyên sînorî yên devera Tirgever ya bajarê Ormiyê, di navbera hêzên parastina sînor yên Îranê û komek çekdaran de şer derket.

Li gorî agahiyên wan çavkaniyan, di wî şerî de 2 efser û serbazek hatin kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûn.

Hinek çavkaniyên kurdî dibêjin, ew çekdarên ku di navbera wan û hêzên Îranê de şer derketiye, pêşmergeyên yek ji partiyên Kurdistanî ne lê heta niha ti partiyeka Kurdistanî daxuyaniyek li ser wî şerî nedaye û nayê zanîn gelo ziyanên wan di wî şerî de hebûye yan na.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?