Li Ormiyê di rojekê de 21 kes bi Koronayê can dan!

Li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê di rojekê de 21 kes bi Koronayê mirin.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, belavbûna vîrusa Koronayê û rêjeya mirinê bi wê nexweşiyê roj bi roj zêde dibin.

Li gorî amarên dawî, li parêzgeha Ormiyê duhî 21 kes bi Koronayê can dan û hejmara miriyan li wê deverê gihîşt hezar û 149 kesan.

Berpirsên bajêr dibêjin, ev bilindtirin asta mirinê ye ku heta niha li parêzgehê hatiye tomarkirin.

Niha li nexweşxaneyên bajarên parêzgeha Ormiyê de, bi sedan kes jî di bin çavdêriya tund ya nojdariyê de ne, ji bilî bi hezaran pêketiyên din ku li malên xwe de tên dermankirin û karantînkirin.

Duhî li seranserî Îranê jî 227 kes bi Koronayê mirin û hejmara miriyên Koronayê gihîşt 27 hezar û 419 kesan.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê