Li Ormiyê 31 kesên din bi Koronayê can dan

Li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê 31 kesên din bi Koronayê can dan.

Duhî dîsa li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi sedan kes bi Koronayê can dan û bi hezaran kes jî pê ketin.

Li gorî amarên fermî, duhî li Ormiyê 31 kes bi Koronayê mirin û bi sedan kes jî pê ketin.

Hejmara miriyên Koronayê li Ormiyê gihîşt hezar û 483 kesan.

Duhî li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê, 312 kes bi Koronayê mirin û 5 hezar û 616 kes jî pê ketin.

Hejmara miriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 31 hezar û 346 kesan.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?