Li New Yorkê konferansa Kampa Holê ya malbatên DAIŞê tê lidarxistin

.

26ê Îlonê ji bo Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê konferanseke navneteweyî bi sernavê “Sûdgirtina ji pirrengiyê di vegerandin, dadgehkirin, rehabîlîtasyon, jinûve entegrasyona kesan di civakên wan de", li New Yorkê tê lidarxistin.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê derbarê konferansê de agahî dan û ji Wezareta Karên Derve ya Lubnanê re jî ji bo tevlîbûna konferansê vexwendname şand. Di daxuyaniya Wezaretê de hat diyarkirin ku "Wê li ser civînên NYyê ev konferans were lidarxistin. Dê di konferansê de mekanîzmeyên danûstandina bi dosyaya malbatên DAIŞê re weke vegerandin, dadgehkirin, rehabîlîtasyon û jinûve entegrasyona wan di nava civakê de, werin nîqaşkirin.

Hêjayî gotinê ye, Rêveberiya Xweser aliyê yekser ê bepirsê kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê ye lê heta niha tu helwestek yan jî daxuyaniyek fermî li ser vê konferansê nedaye.

Li gorî zanyariyên Rêveberiya Kampa Holê, nêzî 13 hezar Iraqî, 15 hezar Sûriyeyî, 6 hezar û 385 jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên biyanî di kampê de ne.

Siyaset Haberleri

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin