Li navçeya Pîranê operasyona leşkerî

Artêşa Tirkiyê li navçeya Pîranê ya Diyarbekirê dest bi operasyoneke leşkerî ya berfereh kir.

Artêşa Tirkiyê li navçeya Pîranê ya Diyarbekirê dest bi operasyoneke leşkerî ya berfereh kir.


Li gorî ragihandina artêşa Tirkiyê, ji duhî êvarê ve li navçeya Pîranê ya Diyarbekirê di navbera leşkerên Tirkiyê û hêzên PKKê de şer  heye.


Da zanîn, di encama êrişên gerîlayên PKKê de kuştî û birîndar hene, lê hejmara wan hîne nehatiye aşkerekirin.
Li navçeya Pîranê bi destpêkirina operasyonê re, gundên di nav çerçoveya operasyonê de, hatine dorpêçkirin û çûnûhatina welatiyan jî hatiye qedexekirin.


Li gorî ragihandina artêşa Tirkiyê, îro danê sibê şer derketîye û wan hêz ji bo piştevanîya operasyonê zêde kirine.
Hat zanîn, Li gundên Pîranê ji duh ve welatî nikarin pêwîstiyên xwe yên rojane dabîn bikin.
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?