Li Mûsilê tesîsa kukurtê şewitî!

Li bajarê Mûsilê li bajarokê Alîlê bi sedema ku agir bi zeviyên xelkê ketiye, bi bandora bayê ew şewat heya tesîsa ku kukurtê hildiberîne çû û bû sedem ku di tesîsê de şewat derket


Li bajarê Mûsilê li bajarokê Alîlê bi sedema ku agir bi zeviyên xelkê ketiye, bi bandora bayê ew şewat heya tesîsa ku kukurtê hildiberîne çû û bû sedem ku di tesîsê de şewat derket. Bo agir vemirînin ji Kurdistanê ji bajarê Duhok û Hewlêrê tîmên îtfaiyê hatin şandin bo deverê. Lê xebatkarekî îtfaiyê jiyana xwe ji dest da.


Di mijarê de cîgirê parêzgerê Mûsilê Sîrwan Rojbeyanî bo Rûdawê weha ragihandiye:


“Ajotvanekî erebeya îtfaiyê bo mudaxele bi agirê tesîsa kukurtê bikin, li ciyê bûyerê ji dûmana jehrê, bi jehrê ketiye, di peyde qeza kiriye, jiyana xwe ji dest daye. Di şewatê de bi temamû 13 kes birîndar bûne. Bi sedema ku ciyê şewatê talûke ye, me ji wezareta karên hundir yê Kurdistanê alîkarî xwest. Ew jî ji Duhok û Hewlêrê bo me tîmên îtfaiyê şandin.”


Sîrwan Rojbeyanî, ragihand ku di herêmê de bi sedema dûmana reş bi ser de girtiye, li Mûsilê rewşa awarte îlan kirine.
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?