Li Mûşê hemû cûre xwenîşandan û çalakî hatin qedexekirin

Walîtiya Mûşê ji ber bîranîna komkujiya Sirûcê hemû cure xwenîşandan û çalakî heta 3 rojan qedexe kir.


Walîtiya Mûşê ji ber bîranîna komkujiya  Sirûcê hemû cure xwenîşandan û çalakî heta 3 rojan qedexe kir.
Walîtiya Mûşê bibîr xist ku 20 Tîrmehê salevegera Komkûjiya Sirûcê ye. Hinek alî dixwazin bi hinceta bîranîna Komkûjiya Sirûcê xwenîşandanan bikin û hêzên asayişê û welatiyan bînin beramberî hev.


Walîtiya Mûşê ragihand, bi armanca rêlibergirtina aloziyan li bajarê Mûşê heta 3 rojan her cure çalakî û xwenîşandan hatiye qedexekirin.


Di 20ê Tirmeha sala 2015an  de 300 ciwanên sosyalist xwestin biçin Kobaniyê û beriya derbasî Kobanê bibin xwestin li Sirûcê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Lê belê di dema xwendina daxuyaniyê de teqînekê rû da û di encama wê teqînê de 33 ciwanan canê xwe ji dest dabûn.
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?