Li Mûş û Çewligê rêyên 30 gundan ji ber berfê hatin girtin

Li herdu bajarên Mûş û Çewliga Bakurê Kurdistanê rêyên 30 gundan ji ber berfê hatin girtin.

Navenda Nûçeyan- Li bajarokê Gimgimê (Varto) ser bi parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, piştî baraneke zêde berfê ‎destpê kir û rêyên 20 gundên bajarok ji berfê hatin girtin.‎

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê berf dibare û bandoreke nerênî li jîyana rojane ya welatîyan kirîye. ‎Vê sibê li Gimgimê dikandaran bi paqijkirina berfê û pêxistina sobeyan dest bi karên xwe kirin.

Li ‎navenda bajêr nêzêka 20 santîmetre berf barîya ye û li deverên çîyayî jî 20 santîmetre derbas kirîye.‎

Berpirs û alîyên peywendîdar, daxwazê ji welatî û tîmên paqijkirina rêyan dikin ku bi hestyarî ‎tevbigerin. Rêveberê Îdareya Taybet a Bajarok Îmam Karahan, da zanîn ku li navçeyên gundên ‎Kaygintaş û Omcali yên Gimgimê rêyên 20 gundan hatine girtin, tîmên peywendîdar dê dest bi vekirin û ‎paqijkirina rêyan bikin.‎

Li Kanîreşa Çewligê ji ber pûk û berfê rêyên 10 gundan hat girtin

Li bajarokê Kanîreşê ser bi parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê şevê din berfê destpê kir û vê sibê ‎jî pûkê cihê wê girt. Di encam de rêyên 10 gundên ser bi bajarok hatin girtin û kar û barên vekirina ‎rêyên gundan berdewam in.‎

Li navenda bajarokê Kanîreşê şevê din berfê destpê kir û vê sibê jî pûkê şûna wê girt. Li bajarok zêdeyî ‎‎10 santîmetre berf barîya û xwendekaran ancex ligel dayîk û bavên xwe karîn biçin dibistanê.‎

Hat ragihandin ku kar û barên tîmên şaredarîyê yên paqijkirina berfê berdewam in û rêyên 10 gundan jî ‎hatine girtin. Herwiha bo vekirina rêyên gundan kar û xebatên tîmên ser bi Îdareya Taybet a Bajarok ‎berdewam in.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?