Li Moskowê Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

.

 Li Paytexta Rûsya Moskowê Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê di navbera rojên 21-25ê Tîrmehê de tê lidarxistin.

Yekemîn  Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ji aliya Berfîn Design Groupê ve tê sazkirin, di nav lîsteya festîvalên fîlman a 2021ê ya Wezareta Çandê ya Rûsyayê de jî bi navê (Moskow Kurdish Fîlm Fesival) cî digire.

Seroka Berfîn Design Groupê Gulîzer Gerdenzerî derbarê festîvalê de ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku Yekemîn  Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê hêj di sala 2020ê de ketibû lîsteya festîvalên navneteweyî ya Wezareta Kulturê ya Rûsyayê, lê par ji ber Pandemiyê festîval nehatiye lidarxistin.

Li gorî hatiye ragihandin, fîlmên sînema, kurtefîlm û belgefîlmên derhênerên kurd ku beşdariya festîvalê bikin wê ji nava 90 fîlman bêne hilbijartin, ku ji her çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û Rûsyayê hatine şandin.
 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin