Li Minbicê di navbera grûpên çekdar û HSDê de şerekî dijwar derket

.

 Li gundewarên Minbicê di navbera şervanên HSDê û çekdarên ser bi Tirkiyê ve şerekî dijwar derket.

Hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê deverên Til Rifat, gundên Neyrebiye û Simoqe û 3 gundên Minbic jî topbaran kirin.

Li gundewarê Minbicê jî şer di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve û hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbcê de ku ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve derket.

Hevdem çekdarên Tirkiyê jî pêgehên Encûmena Leşkerî ya Minbicê li gundên Um Cellûd û Um Edese bombebaran kirin, ku heta niha ti zanyarî li ser zerarên bombebaran û şer nehatine ragihandin.

Di 30ê meha derbasbûyî de, şer bi çekên giran di navbera grûpên ser bi Tirkiyê ve û hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê de derket û hêzên Tirkiyê jî gundên Sacûra rojhiat li bakurê Minbicê topbaran kirin ku şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbcê lê dimînin.


 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?