Li Mexmûrê 4 kes di teqînekê de canê xwe ji dest dan

Li Mexmûrê 4 kes di teqînekê de canê xwe ji dest dan

Li Mexmûrê bombeyek teqiya û di encamê de bavek û 3 kurên wî canê xwe ji dest dan.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, bombeyeke vedayî li gundê Xerbarî yê Mexmûrê teqiya û 4 kesan canê xwe ji dest dan. Qurbanî, bavek û 3 kurên wî bûn.

Peyamnêrê me diyar kir, Hacî Selame ligel 3 kurên xwe dema karê avakirina xaniyekî dikin, bombe di wan teqiya û canê xwe ji dest dan. Herwiha karkerekî din jî birîndar bû.

Da zanîn jî, ew gund pêştir di destê DAIŞê de bû. Tê pêşbînîkirin, ew bombe ji serdema DAIŞê de hatibû vedan.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?