Li Merîwanê efserekî parastina sînor hat kuştin

.

Li navçeyên sînorî yên Merîwanê ser bi parêzgeha Sine, piledarekî Hêzên Sînorparêz ên Îranê di encama şerekî de li gel grûpeke çekdar hat kuştin.

Li gor raporta polîs, piledarekî  Hêzên Sînorparêz ên Îranê yê bi navê Mihemed Resûl Hatemî ku xelkê Kirmaşan e, şeva Çarşemê di dema lêgerîn û kontrolkirinê de li navçeyên sînorî yên Îranê hatiye kuştin.

Malpera Polîsê Îranê ku ew nûçe belav kiriye, aşkere nekiriye ku şer û pevçûn li gel kîjan grûpê rû daye.

Di heyama 8 mehan de nêzikî 30 serbaz û efserên Hêzên Sînorparêz ên Îranê di encama pevçûnan de li gel grûpên çekdar li navçeyên sînorî hatine kuştin û ji wê hejmarê 22 kes li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê