Li Mêrdînê dêra 1700 salî tê firotin

.

Li parêzgeha Mêrdîna Bakurê Kurdistanê Dêra Mor Yuhannayê ya Suryaniyan, li ser înternetê derxistin firotinê.

Li navçeya Artukluyê ya Mêrdînê, Dêra Mor Yuhannayê ya Suryaniyan a 1700 salî ku bi fermî ji aliyê Wezareta Kultur û Geştyariyê ve hate tomarkirin, xwediyê wê dest bi karûbarên firotinê kir.

Dêra Mor Yuhannayê du deriyên wê û beşên ayinê û 3 gorên zanyarên olî hene.Ev heyameke dûr û dirêj e, merasîmên olî li dêrê nayin kirin û weke xiratxane tê bikaranîn.

Xwediyê avahiya dêrê, ji bo firotinê raye daye emlaqfiroşê li Amedê Mahsum Altay.

Emlaqfiroş Mahsum Altay piştî karûbarên ekspertîzê, nirxê Dêra Mor Yuhannayê ya Suryaniyan li ser înternetê weke 7 milyon û 250 hezar lîreyên Tirkî destnîşan kiriye.

Mahsum Altay diyar kir ku ew dixwazin bikirên dêrê kesên ji civaka Suryaniyan bin û avahî bo geştyariyê were nûjenkirin.

Altay got: “Pêştir 5 salan jî avahiya dêrê hatibû ber firotinê. Berî mehekê xwediyê milk dîsa bi me re peywendî danî û xwest me avahiya dêrê biforşin. Di destpêkê de ji bo me seyr hat, lê paşê me dît ku tapoya wê heye û ti astengî li ber firotina wê nîne. Me di heyama 9 mehan de karûbarên ekspertîzê bidawî kirin. Jixwe pêştir weke xiratxane dihat bikaranîn û xwediyê wê yê niha ku kesekî misilman e, dixwaze bifiroşe. Dîroka vê dêrê vedigere heyama berî 1700 salan, lê ev zêdeyî 100 salan e weke perestgeh nehate bikaranîn.”

Dêra Mor Yuhannayê ya Suryaniyan şûnwarek dîrokî ya herêmê ye û li gor “yasaya parastina cih û berhemên kulturî û sirûştî” erka parastina dêrê dikeve ser milê dewletê.

undefined

 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan