Li Mêrdînê bûyera trafîkê: 6 mirî, 2 birîndar

Di encama bûyereke hatinûçûnê de li Midyada Mêrdînê 6 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes birîndar bûn.

Bûyera trafîkê li ser rêya di navbera navçeyên Midyad û Kerboran ên ser bi parêzgeha Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ve çê bû.

Li gor zanyariyan li ser wê rêyê, li nêzikî gundê Bate (Bardakçi) yê ser bi Midyadê ve otomobîl, kamyon û traktorek li hev qelibîn.

Her li gor zanyariyên hatine belavkirin, di wê bûyerê de kamyon ji rê derket û otomobîl jî bû du perçe.

Li ser agahdarkirina xelkê derdorê, tîmên tendirustî û hêzên emnî gihiştin cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.

Lêbelê di encama wê bûyera trafîkê de 5 kesan li cihê bûyerê û kesekî jî li nexweşxaneyê, 6 kesan canê xwe ji dest dan û dermankirina 2 kesan li nexweşxaneyê berdewam e.

Ew rêya ku bûyera trafîkê li ser rû da, bo demeke kurt ji aliyê hêzên emnî ve hat girtin û piştre wek yek xet li ber trafîkê hat vekirin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?