Li Mêrdînê 2 gund û mezrayek hatin kerentînekirin

Li bajarokê Şemrexê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê 2 gund û mezrayek hatin kerentînekirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê, gundê Kelek ser bi bajarokê Şemrexê û herdu mezrayên wê Dêr û Reşan bi armanca pişkinînên Covid-19ê heta 7 rojan hatine kerentînekirin. Sedem jî ew yek hatiye pêşandan ku karkerên demsalî li wan navçeyan zêde ne û guh nadin tedbîrên xweparastina ji Coronayê.

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin ku gundê Têzinê jî ji ber li wê derê gelek kes bi vîrûsa Coronayê ketine hatiye kerentînekirin. Li ser biryara Walîtiyê ketin û derketina ji wan gund û mezrayan ji aliyê Cendirmeyan ve hat girtin.

Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê, heta niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 279 hezar û 806 kes bi vîrusa COVID-19ê ketine û ji wê hejmarê jî 6 hezar û 673 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan