Li Lalişa Nûranî, zeyt ji zeytûnan tê cudakirin

Li Lalişê demsala guvaştina zeytûnan dest pê kiriye û bo dema heftiyekê berdewam dibe. Digel ku rêbazên modern jî bo vî karî hebe, Êzidî şêwaza kevnar berdewam dikin lewra xêra wê zêdetir e.

Rojane zêdetir ji 150 kes ji jin û zilaman kar dikin da ku zeyta xwezayî ji Çirayên Lalişê re amade bikin. Ev merasim û xebat bo dema heftiyekê berdewam dibe û li gel kar, dua û qewl û sebeqe têne gotin.

Kesên ku vî karî dikin, ji deverên cuda diçin Lalişê û weke karekî xêrxwazî vî karî dikin.

Di ber kar re, dua û qewl û sebeqe têne gotin, zeytûn li cihên taybet têne guvaştin, zeyta xwezayî bi rêyên kevnar tê berhemanîn. Ji serdema Şêx Hadî û şûnde, ev merasim têne gêrandin û derdora heftiyekê berdewam dibe.

Ava Kaniya Spî tê bikaranîn, li ser agirê daran tê germkirin. Salane bêhtirî 15 tonên zeytûnan dikin zeyt. Zeyta zeytûnan heta ku xwezayî be, ji bo hilkirina çirayên Perestgeha Lalişê tê bikaranîn.

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?