Di çarçoveya cîbicîkirina peymana navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de, proseya tevlihevbûna Hêzên Asayîşa Navxweyî ya herêma Kobanî di nav Wezareta Navxweyî de dest pê kir.
Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê îro 27ê Sibatê di daxuyaniyekê de belav kir, şandeke bilind a Fermandariya Ewlehiyê ya Helebê ligel Rêveberê Asayîşa Kobanî, serdaneke meydanî li navenda bajêr pêk anî. Şandeyê avahiya Rêveberiya Asayîşê û hemû beşên polîsan kontrol kirin, daku asta amadebaşiya teknîkî û îdarî ya karmendan binirxînin.
Li gorî daxuyaniyê, Fermandariya Ewlehiya Navxweyî ya parêzgeha Helebê bi awayekî fermî avahiya Rêveberiya Asayîşê ya li Kobanî wergirt û dest bi erkên xwe kir.
Hevdem jî, civîneke berfireh ligel berpirsên beşên Asayîşê hate lidarxistin. Di civînê de mekanîzmayên yekkirina pêkhateyên rêxistinî û îdarî ligel sîstemên Wezareta Navxweyî hatin gotûbêjkirin, daku yekitiya saziyên ewlehiyê were mîsogerkirin.
Ev gava îdarî û ewlehiyê di demekê de tê ku Hikûmeta Sûriyeyê di 29’ê Çileya borî de ragihandibû, wan bi HSD’ê re li ser agirbesteke giştî û peymaneke berfireh li hev kiriye. Li gorî peymanê, divê saziyên îdarî û ewlehiyê werin yekkirin.
Lê belê, li aliyê din bajarê Kobanî zêdetirî mehekê ye ji aliyê komên çekdar ên ser bi heman Hikûmeta Veguhêz ve hatiye dorpêçkirin. Ji ber vê dorpêçê, tevî ku pêngavên siyasî û ewlehiyê tên avêtin jî, hîn rê nayê dayîn ku xwarin, derman û sotemenî derbasî nava bajêr bibin û krîza mirovî berdewam dike.
Tê çaverêkirin ku bi destpêkirina fermî ya karên Wezareta Navxweyî li Kobanî, dorpêça li ser bajêr jî bi temamî were rakirin û rewşa jiyana welatiyan asayî bibe.