Li Kirmaşanê mamosteya zimanê Kurdî hat girtin

.

Mamoste û aktîsta Kurd, li bajarê Şabad ya parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, hat girtin.

Li gor Malpera Mafê Mirovan ya Hengawê diyar kir, mamosteya zimanê Kurdî Anîsa Ceiferî, do li bajarê Şabad li parêzgeha Kirmaşanê, ji aliyê hêzên îtilaatê ve hat girtin û bo cihekî nediyar hat birin.

Herwiha zanyarî didin zanîn, hêzên îtilaatê di dema girtina wê aktîvîsta Kurd de mala wê teftîş kirin û gelek tiştên wê jî zeft kirin.

Anîsa Ceiferî li zankoya Kurdistanê ya bajarê Sine pişka zimannasiyê dixwîne û di qonaxa masterê de ye. Herwiha mamostaya zimanê Kurdî ye û endama encumena nivîskarên kovara edebî û hunerî ya “J” ye jî.

17 Kanûna par jî li Kirmaşanê mamosteya Kurd hatibû girtin, lê piştî demek kurt hatibû berdan.

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin