Li Kerkûkê 4 binkeyên DAIŞê hatin jinavbirin!

Li parêzgeha Kerkûkê 4 binkeyên terorîstên DAIŞê hatin dîtin ku bombeyên çandî û xorakê hişk tê de hebû û ew binkeyane hatin jinavbirin.

Li parêzgeha Kerkûkê 4 binkeyên terorîstên DAIŞê hatin dîtin ku bombeyên çandî û xorakê hişk tê de hebû û ew binkeyane hatin jinavbirin.

Li gor daxuyaniya şaneya ragehandina ewlehiya hikûmeta Iraqê ragehand, hêzekî firqeya 14 ya artêşa Iraqê duh 30.07.2019ê karî li sînorê gundê Pîr Ehmedî yê ser bi parêzgeha Kerkûkê 4 binkeyên DAIŞê kifş bike.

Daxuyaniyê de hat gotin, di wan binkeyan de dest li ser 9 bombeyên çandî û xorakê hişk, pirtûkên olî de hatiye girtin û piştre jî ew 4 binkeyane bi temamî hatine jinavbirin.

Demeke terorîstên DAIŞê li sînorê parêzgeha Kerkûkê tevgera wan zêde bûye û car caran jî kiryarên tundiyê li dijî hemwelatiyan pêktîne.

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin