Li Kerkûkê 14 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Li parêzgeha Kerkûkê di encama êrişa esmanî ya balafirên Îraqê de herî kêm 14 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Balafirên şer ên Iraqê baregehên rêxistina terorê ya DAIŞê yên li geliyê Qurhe li başûrê Kerkûkê bomberbaran kirin û di encamê de bi kêmanî 14 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Li gorî zanyariyên berdest, balafirên du caran gelî bombebaran kirin û di encamê de 14 terorîstên DAIŞê yên ku ji ber lehiyê ji şikeftan derketibûn, hatin kuştin.

23ê adarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi rizgarkirina Baxozê re herêma dawî ya DAIŞê li rojhilatê Sûriyê bi temamî kontrol kiribû û serkeftina xwe ragihandibû.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?