Li Kelar çend kesên çekdar baregeha PDKê dan ber guleyan

.

Berpirsekî PDKê li bajarê Kelarê ragihand, çend kesên çekdar baregeha wan dane ber guleyan.

Berpirsê liqa PDKê li Germiyan, Sebah Mihemed ji BasNewsê re got, îro danê sibê otomobîlek li ber baregeha navçeya Gulan ya PDKê li bajarê Kelar rawestiya û çend kesên çekdar di nav otomobîlê de gule avêtin baregehê. Çend kesan jî bi matorê êrişî baregehê kirin.

Sebah Mihemed her wiha got, ew êrişa han organîzekirî bû. Wan xwastin baregehê bişewitînin lê karmendên baregehê nehîştin.

Wî berpirsê PDKê da zanîn, li bajarê Kelarê jî xwepêşandan û alozî hene lê xwepêşandana vê carê ne çalakiyeka normal e, organîzekirî ye û armanca wan jî xirabkarî û wêrankirina dezgeh û milkên giştî ye.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?