Li Iraqê hejmara miriyên Koronayê ji 10 hezarî derbas bû

Li Iraqê 51 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 3800 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Iraqê ragihand, di 24 saetên borî de 3 hezar û 857 kes bi Koronayê ketine û 51 kes jî pê mirine.

Wezareta tenduristiya Iraqê her wiha da zanîn, ji duhî de 3 hezar û 188 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Li gorî amarên han, hejmara pêketiyên Koronayê li Iraqê gihîşt 413 hezar û 215 kesan. 347 hezar û 396 kes ji wan baş bûne û 10 hezar û 21 kes jî mirine.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?