Li Îlama Rojhilatê Kurdistanê teqîn – Bi sedan kes birîndar bûn

Li parêzgeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê di teqînekê de bi sedan kes birîndar bûn.

Li parêzgeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê di teqînekê de bi sedan kes birîndar bûn.

Duhî li gundê Zincîra Jorîn yê nahiya Çirdawil ya Îlamê, tûpa gaza kolorê teqiya.

Li ser wê rûdanê, qaymeqamê Çirdawilê, Elyas Fetahî got, ji ber wê teqînê 232 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên Fetahî, 120 kes ji wan birîndaran hatine dermankirin û çûne malên xwe. Yên din jî li nexweşxaneyan hatine raznadin.

Bi gotina qaymeqamê Çirdawilê, heta niha ti kesî di wê rûdanê de canê xwe ji dest nedaye.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?