Li Hewlêrê festîvala Kurdistanê ya mûzîk û stranan birêve diçe

Çend rojên pêş de duyem festîvala Kurdistanê ya mûzîk û stranan li Hewlêrê destpê dike û dê 3 rojan berdewam be.

Navenda Nûçeyan- ‘’Festîvala Kurdistanê ya mûzîk û stranan’’ bi çavdêrîya wezareta rewşenbîrî û ciwanan a hikûmeta herêma Kurdistanê û rêveberîya giştî ya rewşenbîrî û hunerî li Hewlêrê du sale birêve diçe. Îsal jî biryare rojên 18-19-20ê Mijdarê 2019ê di dirûşmê ‘’Mûzîk û Stran Dengek bo Niştiman’’ û bi beşdarîya 8 grubên seranserê Kurdistanê ve dê birêve biçe. Grubên ‘’Gruba Mûzîka Hewlêrê, Gruba Mûzîkê ya Lor li Silêmanî, Gruba Mûzîkê ya Kerkûkê, Gruba Awaza Serhedê li Bakurê Kurdistanê, Gruba Mûzîkê ya Serxwebûn li Rojavayê Kurdistanê, Gruba Mûzîkê ya Ronak li Rojhilatê Kurdistanê, Gruba Rubad a Mûzîkê li Duhokê’’ beşdar dibin û 3 rojan dê gelek bernameyên stran û mûzîkê di festîvalê de birêve diçe.

Li gor bernameya karê festîvalê ya ku ji alîyê rêveberîya giştî ya rewşenbîrî û hunerî ya Hewlêrê ve hatîye amade kirin, 3 rojên çalakîyên festîvalê dê demjimêr 17:00ê ango 5ê êvari li salona rewşenbîrî ya bajarê Hewlêrê kar û çalakîyên festîvalê destpê bikin û birêve biçin.

Çavkanî: Basnews

 

Kurdîstan Haberleri

Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in