Li Hewlêrê êrîşê baregeha hêzên koalîsyonê kirin

Li payîtexta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê li bajarokê Girdeçalê bi fuzeyan êrîşê ser baregeha PDK a Îranê kirin. Di heman wextê de bi fuzeyan êrîşê nêzî baregeha hêzên koalîyonê kirin.

2 fuze nêzî Hewlêrê bi 15 km yan dûr li nêzî bajarokê Girdeçalê ketin. Yek ji fuzeyan nêzî balafirgeha Hewlêrê nêzî ciyê ku balafirên hevpeymanan lêne ketiye. Li gor ragihandina hêzên koalîyonê bo Rûdawê; gotine ku hêzên wan di amadebaşiyê de ne û haya wan ji êrîşê heye.

Nayê zanîn bê êrîş bo PDK a Îranê ye an bo hêzên koalîsyonêye. Bes rêvebirê balafirgeha Hewlêrê ragihandiye ku tiştekî bi balafirgehê nehatiye.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?