Li Hewlêrê ciwanekî ji Colemêrgê xwe kuşt

.

Ciwanekî xelkê Bakurê Kurdistanê yê 23 salî li bajarê Hewlêrê xwe kuşt û biryar e termê wî ji bo bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê bê şandin. Termê wî ciwanî niha li nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê ye.

Ciwanê bi navê Savaş Yaşar yê ji parêzgeha Colemêrga Bakurê Kurdistanê duh bi şev li Taxa Şêx Ehmed a Hewlêrê dawî li jiyana xwe anî.

Bavê Savaş Yaşar, Şehwan Yaşar ji Rûdawê re diyar kir ku ti pirsgirêkên wî ne ligel malbatê û ne ligel kesên din nebû û wan gelek ji hev hez dikir.

Şehwan Yaşar da zanîn ku kurê wî li mola Down Townê dikandarî dikir û peywendiyên ligel hemû kesên derdora wî baş bû, lê berî du rojan kurê wî jê re gotiye ku hinek behna wî teng bûye.

Yaşar got: “Ji min re got ku ez van rojan tirsiyame, min jê pirsî çi pirsgirêka te heye eger pêwîst bike em herin ba doxtorek an melayekê, lê wî got hewce nake. Ez duh li dikanê bûm ciranê min li min geriya û got zû were. Ez çûm min dît ku kurê min xwe xeniqandiye.”

Şehwan Yaşar diyar kir ku ew dê cenzayên xwe bibin Colemêrgê û niha li bendê karûbarên yasayî ne.

Kurdîstan Haberleri

Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)